‘Divê qada hewayî ya Rojava ji firinê re bê girtin‘

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Dr. Abdulkerîm Omer, di civîna li Parlamentoya Belçîkayê de axivî û got: “Divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bê girtin."

Li avahiya Parlamentoya Belçîka ya li Brukselê di saet 12:44'an de îro bi tevlêbûna parlamenterên Vlanders û Belçîka ya ji Interparlementaire Werkgroep De Koerden (Koma Xebata Hevpar ya Parlementeran ji bo Kurdan), Elen Sammyn û Koen Matsu, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Abdulkerîm Omer û Serokên Enstîtuya Kurd a Belçîkayê Derwêş Ferho civînek hat lidarxistin.

Serokê Enstîtuya Kurd a Belçîkayê, ewilî der barê civînê de axivî û axaftina xwe dewrê Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Dr. Abdulkerîm Omer kir. Dr. Omer di axaftina xwe de ba kişand ser têkoşîna gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê û diyar kir ku bi berxwedana herêmê ya li dijê DAÎŞ'ê serkeftinên mezin ji bo hemû mirovahiyê hatine bidestxistin. 

Omer destnişan kir ku li Kempa Holê nêzîkê 60 malbatên çeteyên DAÎŞê hene û got: “Heta niha Ewropa û civaka navneteweyî tu alîkarî ji bo çareserkirina rewşa wan nekirine. Her wiha bi hezaran zarokên  girtî ku bi hişmendiya DAÎŞ'ê perwerde bûn û ji bo Ewropa û civaka navneteweyî dikarin bibin zemîneke teror û xeteriyek a mezin.“

Omer bal kişand li ser ambargoyên bi navê Sezer ên li ser Sûriyeyê, ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê zirarê jê dibîne û wiha got: “Tenê deriyek heye ew jî bi navê Bab Alhawa ku di bin kontrola Cebhet El Nûsra û Dewleta Tirk de ye. Lewma alîkariya mirovî nagihîje hemû herêmên din.“

Omer, qala gefên Dewleta Tirk ên bi êrîşên bi balafirên bê mirov û biçek ku sivîlan dikin hedef, siyaseta bikaranîna ava Dicle û Feratê û qutkirina avê ji ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Omer, bang li civaka navneteweyî kir ku bi erk û mîsyona xwe ji bo çeteyên DAÎŞ’ê û li dijî gefên Tirkiyeyê qada hewayî ya herêmê li balafirên Tirkiyeyê bê girtin, kir. Omer anî ziman ku divê bandora civaka navneteweyî li dijê siyaseta Tirkiyeyê bi bandor bibe.

Parlamenter Elen Samyîn Belang jî axivî û kêfxweşiya xwe ji bo axaftina Dr. Abdulkerîm Omer anî ziman û da zanîn ku ew spasdarê gelê Rojava û Kurdan in ku li dijî DAÎŞ'ê parastin û berxwedanek a mezin kirine û ew jî piştgiriya xwe ji bo herêmê nîşan didin.

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.