BI DÎMEN

‘Divê em li gorî silava Rêber Apo xwe birêxistin bikin’

Li Osnabruck û Mainzê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civînên gel hatin lidarxistin.

CIVÎNÊN GEL

Li bajarê Koln ê Elmanyayê di 16’ê Mijdarê de di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de wê meşa mezin bê lidarxistin. Xebartên meşê bêyî navber berdewam dike.

Li bajarê Osnabruckê di çaroveya pêngavê de civîna gel hate lidarxistin. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever û Siyasetmedar Nûrsel Aydogan tevlî civînê bûn. Di civînê de hate gotin ku divê em li gorî silava Rêber Apo xwe birêxistin bikin.

Li Mainzê jî civîna gel hat lidarxistin. Siyasetmedar Dîlek Ocalan tevlî civînê bû. Dîlek Ocalan bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêber Apo û der barê pêvajoyê de nirxandin kir.

Piştî axaftinan civîn bi pirs û bersivan beredewam kir.