Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Winterthur ê Swîsreyê di çarçoveya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” stand vekirin.
Di standê de der barê tecrîda li ser Rêber Apo û Komploya Navneteweyî agahî hatin dayîn û danezan hatin belavkirin.
Li ser navê TCŞ’ê Lorîn Amed axivî û wiha got: “Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan hêvî ye. Ji ber vê yekê ji bo ku fikrên Rêber Apo û pêvajoya komployê bigihînin zêdetir kesan, me stand vekir. Em endamên TCŞ û TekoJIN’ê bang li gel û dostên xwe dikin ku roja 16’ê Mijdarê tevlî meşa ku wê li Kolnê bê lidarxistin bibin.”
Kesên derdor eleqeyeke mezin nîşanî standê dan.