Di konsera li Parîsê de banga hevgirtinê
Li Parîsê bi têgihiştina "Têkoşîna enternasyonal a li dijî Komploya Navneteweyî" konserek hat lidar xistin. Di konserê de bang li her kesî hate kirin ku di bin sîwana konfederalîzma demokratîk de bibin yek.
Li Parîsê bi têgihiştina "Têkoşîna enternasyonal a li dijî Komploya Navneteweyî" konserek hat lidar xistin. Di konserê de bang li her kesî hate kirin ku di bin sîwana konfederalîzma demokratîk de bibin yek.
Gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bi çalakiyên cuda yên çandî û hunerî, meş û çalakiyên curbicur derbasî sala wê ya duyemîn kirin. Di çarçoveya çalakiyê de duh li paytexta Fransa Parîsê "konsera piştgiriya bi Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd re" hat lidar xistin.
Konser bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), Komîteya Jineolojiyê, Komeleya Çandê ya Kurdistanê, Fransa-Kurdistan, Sendîkaya Solidaires, Weqfa Danielle Mitterrand, Tevgera Dostaniya Navbera Gelana li dijî Nijadperestiyê (MRAP), Tevgera Aştiyê, Nîjadperestî SOS, Mala Tamil Elam I. Gundê Komeleyan, Hevgirtina Lavrio, Kurd Inalco, Internationaliste, Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber a Tirkiyeyê (ACTÎT) û Yekîtiya Komunîstên azadîxwaz (UCL) ve li Qesra Kongreyê ya Montreuilê hate lidar xistin.
Konsera ku bi pêşkêşiya Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Bêrîvan Firat û Baran Kara pêk hat, bi xwendina daxuyaniya ku ji aliyê CDK-F’ê û hemû saziyên beşdar ve bi awayekî hevpar amade kirî, dest pê kir.
Di metna hevpar a ji aliyê Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat ve hat xwendin de, bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşketina pêvajoya sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê hat destgirtin.
Polat, qala girîngiya têkoşîna enternasyonal a ji bo rakirina sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê kir û anî ziman ku pêngava di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatî destpêkirin her çû mezin bû û deng derxist û got ev yek bi saya têkoşîna hevpar hat bidest xistin.
Polat, da xuyakirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wezîfeya ewil û bingehîn a bindestan e û got, "Azadiya wî azadiya me ye." Polat bang li bindestan û hemû beşên ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tên dîke kirin ku di bin sîwana "Konfederalîzma Demokratîk" de bibin yek.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş ê ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û got ku ev nêzî 4 sal in bi ti awayî destûr nayê dayîn ku ligel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê pêk bîne. Guneş got, “Tecrîda li Îmraliyê êşkenceye û sûcê li dijî mirovahiyê ye.” Guneş, anî ziman ku saziyên Ewropayê yên pêwendîdar li pêşberî vê êşkenceyê bêdeng in û got ku ji bo erka xwe bi cih bînin, dîplomasiya gel girîng e.
Piştî axaftinan Mouss & Hakîm, Rodolphe Burger, Sofiane Saidi, Mehdi Haddab, Mademoiselle, Firmesk, Xelîl Xemgîn, Hekîm Sefkan û Hozan Comerd derketin ser dikê.