Di çarçoveya pêngavê de bi serokê 4 şaredariyan re civiyan

Li Îtalyayê di çarçoveya pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ bi serokên 4 şaredariyên ku hemwelatîbûna rûmetê dabûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiyan.

Di çarçoveya pêngava ku KCK’ê îlan kirî de, bi serokê 4 şaredariyên ku hemwelatîbûna rûmetê dayîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin kirin.

Civîna ku ji aliyê Buroya Înfarmasyon a Kurdistanê ve hate kirin serokên şaredariyên Castel Bottaccîo, Castel del Gîûdîce, Tûfara û Fassalto tevlî bûn.

Civîna ku nûnerên Buroya Înfarmasyon a Kurdistan jî amade bûn, rojeva esasî kampanyaya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azad bû.

Şaredariyan diyar kirin ku mimkûne ku têkildarî pêngavê daxuyanî bidin û çalakiyên cihê lidar bixin.

Serokên şaredariyan anî ziman ku pir asayî ye ku lîderê gelekî azad bibe, anî ziman ku wê projeyan bişopînin.

Serokan nerazîbûn nîşanî oparasyonên qirkirina siyasî ya desthilata AKP-MHP’ê ya li ser şaredariyên HDP’ê jî da û got: “Ev derveyî aqil e, piştevaniya xwe nîşan didin.