Di çalakiya pêşiya NY’ê de desteserkirina şaredariyan hate protestokirin
Kurdistaniyan li pêşiya NY’ê ya Cenevreyê bang li saziyên navneteweyî kirin û gotin, “Li dijî tecrîd, dagirkerî û desteserkirina îradeyê qanûnên xwe bi cih bînin.”
Kurdistaniyan li pêşiya NY’ê ya Cenevreyê bang li saziyên navneteweyî kirin û gotin, “Li dijî tecrîd, dagirkerî û desteserkirina îradeyê qanûnên xwe bi cih bînin.”
Çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, dewam dike. Di çalakiya vê hefteyê de desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hate protestokirin.
Çalakiya bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir û piştre li ser navê saziyan daxuyanî hatin dayîn.
Di çalakiyê de ewil Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ku qaşo banga aştiyê dike li aliyekî li Kurdistanê êrîşên komkujiyê pêk tîne, aliyê din jî bi tunehesibandina îradeya gelê Kurd polîtîkayên desteserkirinê xistiye dewrê. Yuksel got: “Armanca me li dijî faşîzmê mezinkirina têkoşînê ye.”
Piştî Yuksel, Yekbûn Guneş daxuyaniya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-S) ve hatibû amadekirin xwend. Guneş got wiha bang li saziyên navneteweyî bi taybet Neteweyên Yekbûyî kir, “Li dijî tecrîd, dagirkerî û desteserkirina îradeyê qanûnên xwe bi cih bînin.”
Piştî daxuyaniyê, Kurdistaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.