Dewleta Tirk li Kibris, Swêd û Elmanyayê hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Kibris, Swêd û Elmanyayê hate protestokirin.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê Kurdistanî li pêşiya Navenda Civakî ya Kurdan a Theofîlosê hatin ba hev û heta şaredariyê meşiyan.  Di çalakiyê de belavok jî hate belavkirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin.

STOCKHOLM

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava hate protestokirin.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronnê yê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.

Çalakî li navenda bajêr hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankart hatin vekirin û belavok hate xwendin. Di çalakiyê de bêdengiya dewletên Ewropayê jî hate şermezarkirin.