Dewleta Tirk li Innsbruck û Atinayê hat protestokirin
Kurdan û dostên wan li Innsbruck û Atinayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Kurdan û dostên wan li Innsbruck û Atinayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhikatê Sûriyeyê, li paytexta eyaleta Tîrola Awusturyayê Innsbruckê li pêşiya peykwrp Annasaule yê li ser cadeya Maria Terresia hatin protestokirin. Di çalakiyê de pankartên bi zimanê Elmanî yên ku êrîşên qirkirinê şermezar dikin û alên YPG, YPJ û Rêber Apo hatin hildan.
Çalakvanan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker sûcê şer dike û dinya li hember van êrîşan bêdeng dimîne. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Europa finanziert Turkei bombardiert (Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombebaran dike) hatin berzkirin.
ATINA
Li paytexta Yewnanistanê Atinayê li ser banga Înîsiyatîfa Riseup4Rojava Greece (Ji bo Rojava rabe li ser piyan-Yewnanistan) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.
Girseya li ber qada Akademia hatin ba hev, belavok belavkirin û peyamên piştevaniya bi Rojava re dan. Girseyê bêyî navber “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.