BI DÎMEN

Dewleta Tirk a dagirker li Giessenê hate protestokirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Giessenê bi meş û mitîngekê hatin protestokirin.

Li bajarê Giessen ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. 

Çalakî bi pêşengtiya  NAV-DEM’ê hate lidarxistin û di çalakiyê de hate diyarkirin ku êrîşên dewlata Tirk ên li ser welatiyên sivîl sûcên li dijî mirovahiyê ne û berxwedana gelên Rojava hate silavkirin. 

Di çalakiyê de dirûşmeyên bi Kurdî û Elmanî yên weke ‘’Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hatin berzkirin. 

Protesto, bi banga beşdarvanan ya ji bo têkoşîna hevpar bi dawî bû.