Detayên nû yên li ser êrîşa li Fransa

Hate ragihandin ku kesê ku duh di saetên şevê de li Fransayê serê mamostayeke dîrokê jê kir û ji aliyê polîsan ve hate kuştin, welatiyê Rûsyayê ye, Serokkomar Macron peyama ‘Em rê nadin paşverûtî û şidetê’, da.

Bûyera ku welat xist nava şok, li Qada Cnaflans-Saînt-Honorîne ya nêzî paytext Parîsê pêk hat.

Di saet derdorî 17:00’an de mamostayê dîrok û erdnîgariyê ku li Dibistana Navîn a Boîs-d Aûlne mamostatî dikir, ji aliyê kesekî 18 salî ve hate kêrkirin. Êrîşkarê ku serê mamoste jê kir, piştre nêzî 200 metre ji cihê bûyerê dûr bû, bi hinceta ku li ser banga polîsan nerawestiya li komuna Eragn-sûr-Oîse hate kuştin.

JI ALIYÊ HINEK MALBATAN VE HATIBÛ TEHDÎDKIRIN

Li gorî agahiyên ewilê ku kete çapemeniyê mamostayê dîrokê di dersê bi sembola ‘azadiyê’ karîkatorên ku berî niha di kovara Charlîe Hebdo hatin parvekirin mînak nîşan dida, ders dida. Ji ber vê sedemê tê texmînkirin ku mamostayê dîrokê ji aliyê êrîşkarê ku guman tê kirin ku alîgirê DAÎŞ’ê be ji bo wê mamoste kiribe hedef. Li gorî hinek dîmenên ku çapemeniya Fransa parve kirî, mamostayê hatî qetilkirin karîkatorên mijara gotinê ji bo ‘xwendekarên misilman bibandor nebin’ ew dibirin ji derve nîşanî hinek xwedekarên din kirine şahidî kirine parve kirin. Malbatên hinek xwendekaran jî piştre mamoste tehdîd kirine, hinek jî gilî li dibistanê kirine bal kişand.

DI NAVA KOMA ÇETE YA ENDAMTIYA WÊ BÛ DE, YEK KESÊ ÎSLAMIYÊ REDÎKAL HEYE

Li gorî hinek nûçeyan ku agahî spartine çavkaniyên polîsan, êrîşkar sala 2002’an li Moskovayê hatiye dinê û agahiyên ku ‘Misilmanekî welatiyê Rûsyayê’ ye parve kirin. Hate diyarkirin ku êrîşkarê 18 salî berî niha ti têkiliyeke wî li gel derdorên îslamî yên redîkal tesbît nekiriye û navê wî di ‘Fiche S’ de jî nîne. Lê îdîa hene ku ‘pirsgirêkên derûnî’ yên vî kesî berê niha hebûn.

Li aliyê din îdîayek wiha di çapemeniyê de cih girt ku êrîşka li bajarê Eragny-sûr-Olîse endamê komeke çete ye û di nava vê koma çete de herî kêm kesek îslamiyê redîkal heye.

Piştî bûyerê Dozgerê Antî Terorîzmê kete dewreyê, têkiliyên êrîşkar lêkolîn dike. Qnala BFMTV jî îdîa kir ku berî polîs êrîşkar bikujin tekbîr aniye.

Bi vê êrîşê re li Fransayê ji sala 2017’an û vir be bû êrîşa 33’yan a pêk hatiye. Di êrîşa berî niha ya DAÎŞ’ê ya 13’ê Mijdara 2015’an a herî giran 130 kes, 14’ê Tîrmeha 2016’an 86 kes miribûn.

MACRON: WÊ BI SER NEKEVIN

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron ê piştî êrîşê çû cihê bûyerê peyama ku wê tarîtî û paşverûtî winda bikin da û got: “Ev welatiyê me ji ber ku îfadeya azadiyê nîşanî xwedekaran dikir hate qetilkin. Wê bi ser nekevin. Paşverûtî û şideta li gel wê bi ser nekevin; nikarin me parçe bikin.”