BI DÎMEN

Desteserkirina îradeyê li Viyana, Dortmund û Giessenê hat protestokirin

Desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li Viyana, Dortmund û Giessenê hat protestokirin.

Kurdistanî li ser banga Dem-Kurdê li paytexta Awusturya Viyaniyê li pêşiya Parlamentoyê li hev civiyan.

Beşdarên çalakiyê bi berzkirina dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” darbeya qeyûmê protesto kirin.

Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek di çalakiyê de axivî û berxwedana gelê Kurd silav kir. Zîrek wiha got: “Weke çend meh berê li Wanê bi tayînkirina qeyûmê ji aliiyê dewleta Tirk a faşîst ve, xwestin îradeya gelê Kurd tune bihesibînin. Lê li hemberî berxwedana Wanê bi ser neketin. Wê ev car jî bi ser nekevin; Gelê Kurd wê ji bo mafên xwe li ber xwe bide û rê li ber serkeftinê veke.” Zîrek banga mezinkirina berxwedanê kir.

Beşdarên çalakiyê diyarkirin ku ew ê xwedî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd derkevin.

DORTMUND

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi armanca protestokirina pêkanîna tecrîdê û desteserkirina şaredariyan mitîng hate lidarxistin.

 Di daxuyaniya çalakiyê de wiha hate gotin: “Jiyana bêyî Rêbertî nabe, yekane muxatab Abdullah Ocalan e.”

GUESSEN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Giessen ê Elmanyayê ji bo protestokirina desteserkirina îradeyê li Giessen Kirchenplatzê li hev civiyan.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê ir.

Di çalakiyê de pankarta “Ji desteserkirina îradeyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve na’ Em ê bajarên xwe û xwe bi rêve bibin!” hate vekirin û dirûşmeyên “Faşîst-Kujer Erdogan”, “Çareseriya polîtîk a pirsgirêka Kurd”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” , “Bimre Xiyanet”, “Bijî Berxwedana Gele Kurd” hatin berzkirin.