'Deng bidin qîrîna li girtîgehan'

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê ji bo girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin, çalakî li dar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo balê bikşînin li ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê di bin îşkenceyê de ne, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di çalakiyê de ciwanan girtiyên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û gotin ku em ê tu carê şehîdên li girtîgehan ji bîr nekin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê endamê TCŞ’ê Çekdar Botan ve hate xwendin. Botan diyar kir ku girtiyên ku ji bilî bedena wan tu çekên wan nînin, li ser rêya Mazlûm û Kemalan berxwedana xwe bi biryardarî didomînin.

‘EM Ê BIBIN DENGÊ GIRTIYAN‘

Botan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi tu awayî ji êrîşên xwe yên hovane encam negre û wiha got:“Dema ku dewleta Tirk a hov ji operasyonên xwe yên berfireh ên li dijî Rojava, Başûr û Herêmên Parastina Medyayê encam negirt, cihê ku êrîş dikeyê jî girtîgeh e. Hevalên ku bi awayekî fizîkî hatine girtin bi awayekî sîstematîk tên îşkencekirin. Divê em bibin dengê rêhevalên xwe yên ku bi ruhê Apoyî li dijî her cure îşkenceyê li ber xwe didin. Ji niha û pê ve dem hatiye ku em berxwedana wan hembêz bikin û dengê xwe bilind bikin da ku ji girtîgehan agahiyên şehîdan negirin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana girtîgehan“ û “Deng bidin girtîgehan“ bi dawî bû.