Dagirkirina Efrînê li Berlînê hat protestokirin

Bi wesîleya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê li Berlînê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Hevserokê Fed-Kurdê axivî û qala biryara ÛCM’ê ya girtina serokê Rûsyayê kir û got: “YE û NATO Pûtîn dibîne, lê çima Erdogan nabîne?”

Dewleta Tirk a dagirker sala 2018’an bi pişgiriya hêzên navneteweyî, Efrîn dagir kir. Bi wesîleya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyek protestoyî hat lidarxistin.

Bi banga Komeleya Rojava ya Berlînê çalakî li Brandenbûrger Torê hat lidarxistin û bê navber dirûşmeyên “Turkîsche Armee raûs aûs Kurdistan”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava” , “Bijî berxwedana Efrînê” û “Deûtsche Panzer raûs aûs Kurdistan” hatin berzkirin.

Kurdistaniyên ku tevlî çalakiyê bûne jî pankartên “Efrîn verteidigen heißt das Leben verteidigen”, “No war on northern Syria”, “Erdogan ubt Krieg Wir üben Frieden”, “turkische Armee raus aus Rojava”, “Gemeinsam gegen die turkische Angriffe auf Efrîn!”, “Keine schmutzigen Deals mit Erdogan” hildan.

Hevserokê Fed-Kurdê Kerem Gok li vir daxuyanî da û qala sûcên dewleta Tirk û bêdengiya YE, NATO, NY û dewletên Ewropayê kir. Gok bal kişand ser biryara Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ÛCM) ya girtina serokê Rûsyayê Pûtîn kir û ev pirs kir: “Gelo ma sûcên şer ên ku Erdogan dike, ji yên Pûtîn kêm tirin? YE û NATO Pûtîn dibîne, lê çima Erdogan nabîne?”