Dadgeha Macar 30 sal ceza da çeteyekî DAÎŞ’ê

Çeteyê DAÎŞ’ê F. Hassan ê 28 salî ku ji dozeke li Dadgeha Herêmî ya Bûdapeşte tê darezandin, ji ber sûcên li Sûriyeyê kirî, cezayê 30 sal lê hate birîn.

Ji gorî daxuyaniya ji dadgehê hate kirin, Hassan ê endamê hucreyek DAÎŞ’ê ku li derdorî Homsê sala 2015’an kar dikir, serê mele û lîderekî eşîrekê jêkirin.

Hate ragihandin ku hucreya Hassan ji kuştina 25 kesî berpirsin.

Dadgeha serlêdana şahidiya nêzî 10 kesên li Belçîka û Maltayê dijîn da, cezayê 30 salan yê girtîgehê da Hassan.

Biryara dadgehê ji bo welatên Ewropayê xwedî wateyek taybet e. Dadgehê Ewropayê ji bo sûcên derveyî welat cezayên pir kêm didin.