Dadgeha Elman êrîşa polîsan a li ser alaya YPG'ê nehiqûqî dît

Dema Serokkomarê Tirk Tayyîb serdana Berlînê kirî, Wekîlê Partiya Çepgir Mîchel Brandt, ji bo ku şermezarkirinê alaya YPG'ê bi bûroya xwe ve kiribû û polîsên Elman bi ser bûroyê de girtibû. Dadgeha Bilind a Elman êrîş nehiqûqî dît.

2018'an Îlonê Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan serdana Berlînê kribû, wekîlê Partiya Çepgir ji bo hevkariya rejîma Enqerê û Hikûmeta Federal şermezar bike û piştevaniya Rojava bike 3 alayên YPG'ê bi bûroya xwe ve kiribû, ku bûro li nêzî otêla Erdogan bû.

Piştî bi demekê polîsan bi ser bûroyê de girtibûn û dest li ser alayên YPG'ê danîbûn. Bradt jî mijar biribû Dadgeha Destûrê ya Federal a li Karlsrûhe, ku li Elmanyayê organa herî rayedar a darazê ye.

Brandt diyar kir dijî destûrê ye, ku polîs bêyî ku wî agahdar bikinbi ser bûroya wî de bigirin.

Dadgehê îro biryar li ser da ku polîsan bi vê kiririna xwe xala 38'an binpê kirine û sûc kirine. Xala navborî diyar dike, bêyî destûta xwedî nikarin têkevin mekanekê.