BI DÎMEN

Ciwanên Kurd li Marsîlyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî kirin

Li Marsîlyayê Ciwanên Kurdistanî yên Fransa (CKF) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mitîng li dar xistin.

Ciwanên Kurdistanî yên Fransa (CKF) êvara Çarşemê di çarçeveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de çalakî lidarxistin.

Çalakî bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo şehîdan destpê kir. Ciwanan piştre ji qada Belle De Mai bi dirûşmeyan heta parka La Poste meşiyan.

Ciwanan di dema meşê de timî dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok APO”, “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” berz kirin.

Piştî meşê mitîng hate lidarxistin û li ser navê CKF’ê Marsîlya axaftin hate kirin.

Nûnerê tevgera ciwanan got: “Demeke dirêj e li ser Rêber Apo tecrîdekî mutleq heye. Ev tecrîd di heman demê de tecrîdekî ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê pêkanîn e.”

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em weke ciwanên Apoyî bang li hemû ciwanan dikin ku xwedî li Rêbertiyê derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi awayekî çalak di nva çalakiyan de bin.”

Çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.