BI DÎMEN

Ciwanên Kurd li Marsîlyayê dewleta Tirk şermezar kirin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Marsîlyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Li hemberî pêla nû ya êrîşan a dewleta Tirk ku 23'ê Cotmehê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meşek lidar xistin.

Di çalakiyê de gerîla Asya Alî û Rojger Hêlîn jî hatin bîranîn ku 23'ê Cotmehê li Enqereyê li hemberî TUSAŞ'ê çalakiya fedaî kirin.

Ciwan li ber Sainte Marthe La Poste ya bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev kom bûn û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla" û Liberte pour Ocalan" meşiyan.

Piştî meşê, bi navê çalakgeran Rustem Serhed axivî. Serhed got, "Di serî de em Şehîd Rojger û Şehîd Asya silav kirin ku li Enqereyê çalakiya fedaî kirin û şehîdên Kurdistanê hemûyan bi bîr tînin. Şehîd Rojger û Şehîd Asya bi rengekî fedaî li dilê dijmin, li rehê jiyanî yê pîşesaziya faşîst xistin."

Rustem Serhed nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker da û got, "Dewleta Tirk a faşîst ku nikare li ber têkoşîna gerîla bisekine, bi tirsonekî êrîşî gelê sivîl dike. Weke ciwanên Apoyî em van êrîşên dijmin şermezar dikin û diyar dikin ku li dijî dijmin em ê li her qadê li ser piyan bin. Em ê li ber xwe bidin, serî hildin û li her derê bêhnê li dijmin biçikînin."

Çalakiya ciwanan bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.