Ciwanên Kurd li Elmanya dagirkerî protesto kirin

Aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û protestokirina êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan.

STÛTTGART

Endamên TCŞ û TEKO-Jin û komuna Şehîd Çekdar Botan li trena navenda bajar alên PKK’ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û belavok belavkirin. Di belavokê de bal kişandin ser azadiya Ocalan û gotin: “Dem dama azadiya Rêberê Gelê Kurd e.”

HANNOVER

Bi heman armancê TCŞ û TEKO-JIN li bajarê Hannover ê Elmanyayê belavok avêtin qotiyên posta û li ber camên wesayîtan dan. Ciwanan diyar kir ku heta hemû êrîşên qirker ên vê hişmendiya faşîst tehşîr nekin wê çalakiyên xwe bidomînin.

DUSSELDORF

Li Dûsseldorfê jî çalakiyên li dijî êrîşên dagirker û tecrîda Îmralî hebûn. Kurdan di çarçoveya pêngava ‘Dem hatiye’ ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji bo Neteweyên Yekbûyî şandin.