Ciwanên Kurd li dijî nîjatperestiyê li Strasbûrgê meşiyan

Ciwanên Kurd li dijî êrîşên nîjatperest ên dewleta Tirk ên li ser Kurdan li bajarê Strasbûrg ê Fransayê meşek lidar xistin.

Qetilkiirina kesê bi navê M.E.C ê li Amedê li qereqolê ya ji aliyê polîsan ve û dîsa ciwanê bi navê Bariş Çakan ên li Qeqerê ji ber ku bi Kurdî muzîk guhdar kir, ji aliyê ciwanên Kurd ve bi çalakiyekê hate protestokirin.

aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) saet 13:00’an li pêşiya gara trenê ya Strasboûrgê hatin ba hev. Ciwanan pankarta bi nivîsa ‘Dawî li faşîzma Tirk bînin’ û ‘Qetlîamên li ser gelê Kurd tê kirin rawestînin’ vekirin bi yek dengî dirûşmên ‘Qetlîamên li Kurdistanê tên kirin rawestînin’ û ‘Qatil Erdogan’ qîr kirin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, TJK-E û Partîzan hatin hildan.

Meşa ku bi qasî saetekê dom kir heta Place Kleîberê bi dawî bû.