BI DÎMEN

Ciwanên enternasyonalîst ji bo Rêber Apo daketin qadan

Ciwanên enternasyonalîst ên li bajarê Torîno yê Îtalyayê ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Ciwanên enternasyonalîst ên li bajarê Torîno yê Îtalyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û Şengalê jî hatin protestokirin.

Di çalakiyê de flamayên Rêber Apo, ala mezin a TEV-DEM’ê û pankart hatin vekirin. Bi boyaxa sprey portreya Rêber Apo, li ser dîwar hate çêkirin û nivîsa ‘Liberta per Ocalan’ (Ji Ocalan re azadî) hate nivîsandin.

Li ber avahiya nûçeyan a navendî, navber hat dayîna meşê û jinên ciwan ên enternasyonalîst li ser rola medyayê axivîn. Di daxuyaniya hatî dayîn de, hate diyarkirin ku yên êrîşên dewleta Tirk û Îsraîlê nadin çapemeniyê, di destê wan de xwîna gelê Kurd û Fîlîstînê heye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rola febrîqeya çekan Leonaro ya li Torînoyê, di van êrîşan de heye û wiha hate gotin: “Ji bo gelên bindest ji dervey azadiya Rêber Apo, ti çareseriyeke din nîne. Armanca destpêkê ya ciwanên navneteweyî, şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ye.”

Çalakvanan belavokên ku hevkariya seroka dewleta Îtalyayê Giorgiya Melonî û Erdogan teşhîr dikin, bi dîwaran ve zeliqandin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.