Ciwanan li Viyanayê tecrîd protesto kirin

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê TEKO-JIN û TCŞ’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê danî.

Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Ewûstûrya Viyanayê bi dirûşma ‘Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan’ daketin qadan.

Di standa agahdarkirinê ya di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ a saet 18:00’an li Stephansplatzê hate vendan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hate hildan.

Di çalakiyê de pirtûkên Ocalan hatin xwendin.

Gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jin, dewlet û heqîqetê li standê hatin hildan. Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.