BI DÎMEN

Ciwanan li Parîsê silav dan Rêber Apo

Ciwanên ku li banliyoya Grigny a paytext Parîsê li hev kom bûn, çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Li banliyoya Grigny a paytexta Fransa Parîsê, ciwanên Kurd çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin.

Ciwanan hevdîtina ku Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi Rêber Apo re kir, silav kirin û pankarta bi nivîsa "Hezar caran silav ji te re ey Serok Apo, ciwan fedaiyên te ne" hildan û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" li kolanên Grigny daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Di daxuyaniya piştî meşê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Rêber Apo hîn nehatiye şikandin û hate gotin, "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neyê pêkanîn em ê bi ti awayî ji qadan neçin."

Ciwanan di dawiya çalakiyê de ji bo meş û mîtînga mezin a Kolnê ya 16'ê Mijdarê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.