Ciwanan li banliyoyên Parîsê çalakî li dar xistin

Ciwanan li banliyoyên Parîsê çalakî li dar xistin

Girse li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera PDK û hikumeta Iraqê de meşiya. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alaya PKK’ê hate vekirin.

Meş li pêşiya gara Vîllîers-le-belê dest pê kir. Di meşê de endamê meclîsa Vîllîers-le-belê Veysel Keser jî axivî.

Di heman demê de li banliyoyên Vîlleneûve û Evryê jî meş hate lidarxistin. Di meşê de Alî Cantos axivî û got ku, “Dewleta Tirk niha jî li Başûrê Kurdistanê bi destê çeteyên îxanetkar dixwaze di nav Kurdan de şerekî çêbike. PDK’ê dikin partiyeke kontra û êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin. Divê em li dijî fermana li ser Şengalê helwesta xwe xurt bikin.”

Çalakî û meş bi sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Bimire îxanet’ bi dawî bû.