Civîna gel: Azadiya Rêberê Gelê Kurd ji bo aramiya herêmî girîng e
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de bertek nîşanî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de bertek nîşanî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê civîna gel hat lidarxistin. Yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Guneş tevlî civînê bû.
Guneş di civînê de axivî û destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo aştî û aramiya herêmî jî xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Di civînê de Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) Emîne Rûken Akça jî axivî.
Emîne Rûken Akça jî diyar kirk u ew ê ji bo azadî û edaletê dengê xwe bilind bikin.
Di nîqaşên civînê de hat qala girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaaln ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aramiya herêmê hat kirin.
Her wiha hate ragihandin ku 10’ê Cotmehê di saet 10:00’an de li ber Parlementoya Ewropayê ya li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya mezin tê plankirin.