Biryara darvekirinê hat şermezarkirin: Têkoşîna rêxistinkirî wê zilmê parçe bike!
Li Frankfurtê biryara darvekirinê ya dewleta Îranê daye jinên Kurd hat şermezarkirin û peyama, “Têkoşîna birêxistinkirî wê zilmê parçe bike” hat dayîn.
Li Frankfurtê biryara darvekirinê ya dewleta Îranê daye jinên Kurd hat şermezarkirin û peyama, “Têkoşîna birêxistinkirî wê zilmê parçe bike” hat dayîn.
Biryara dervekirinê ya dewleta Îranê daye jinên Kurd li qada Hauptwache ya li navenda bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê” hat şermezarkirin.
Çalakiya ku ji aliyê KJAR, TekoJIN û Meclîsa Jinan a Amara ve li qada herî qelebalix a Frankfurtê hat lidarxistin, rastî eleqeyeke mezin hat.
Di çalakiyê de dowîz û wêneyên jinên têkoşer Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Mûradî ku ji aliyê Îranê ve rastî êşkenceyê hatine û her kêlî di bin metirsiya darvekirinê de ne hatin hilgirtin.
Çalakvanên jin ên Kurd diyar kirin ku têkoşîna jinan a birêxistinkirî wê her cure zext û zordariyê parçe bike û rêya azadiyê veke.
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.