'Bila qada hewayî ya Rojava ji firînê re were girtin'

Çalakiya standê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Lozan ê Swîsreyê berdewam dike. Di çalakiya vê heftiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagiker yên li ser Kobanê hatin protestokirin.

Çalakiya standê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Lozan ê Swîsreyê berdewam dike. Çalakî ji 25’ê Mijdara 2021’an ve her roja Çarşemê ji aliyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Lajînê û rêxistinên ciwanên Kurd ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Tekoşer (Teko-JIN) ve tê organîzekirin.

Di çarçoveya çalakiyê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Swîsreyan tên belavkirin, li ser çima divê azad bibin agahî tên belavkirin.

Her wiha ji bo ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' bê derxistin jî îmze hatin berhevkirin.

Çalakvanan derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagiker yên li ser gelên Kurdistanê jî agahî bi gel re parvekir. Di çalakiyê de çalakvanan xwest ku qada hewayî ya Rojava ji firînê re bê girtin.

Di daxuyaniya hate xwendin de balê kişandin li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û rejîma faşîst a Tirk û Erodgan hate protestokirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.