Bi çalakiyekê xwedî li berxwedêrên zindanan derketin

Li bajarê Solothûrn a Swîsreyê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan li bajarê Solothûrn a Swîsreyê çalakiyek hate kirin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Solothûrn) li pêşiya stasyona trenê ya navendê bi tevlîbûna Kurdistaniyan mîtîngek hate kirin.

Di mîtîngê de pankarta bi nivîsa ‘Em rê nadin te tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê, dem dema azadiyê ye’ û dowîzên ‘Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye’, ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan.

Bê navber dirûşmên ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’, ‘Ji êşkenceya tecrîdê re na, niha dema azadiyê ye’, ‘Bijî piştevaniya enternasyonalîst’ û ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.

Li ser navê NCK-Solothûrnê Huseyîn Kaya axivî.

Kaya bal kişand ser greva biçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: “Li zindanên Tirkiye girtiyên siyasî ji bo dawîkirina sîstema êşkenceyê ya li Îmralî, êrîşên qirkirina siyasî ya faşîzma AKP-MHP’ê ketine grevê. Ji bo bidawîkirina êşkenceya tecrîdê ya li Îmralî û xwedîderketina li berxwedêrên girtî em ê li qadan bin.”

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşman bi dawî bû.