BI DÎMEN

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Rûsyayê hatin bîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li herêma Adigey a Rûsyayê bi civînekê hatin bîranîn.

Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê ya li zindana Amedê, li komara Adigeyê ya Rûsyayê bi civînekê hatin bîranîn.

Civîna ku gelek Kurdên li herêma Adigeyê beşdar bûn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Di civînê de dîroka lehengiyê ya pêşengên PKK'ê, têkoşîna tevgera azadiyê hate nirxandin.

Piştre bi navê Meclîsa Zagrosê û Rûspiyên Adigeyê Îsayê Ehmedê Elî daxuyaniyek da û 10 saliya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Her wiha hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re jî hate şermezarkirin.

Beşdarên civînê xwestin, dawî li xiyanetê bê anîn û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê bidawîkirin.