Berê ciwanan îro li navenda Dusseldorfê ye

Ciwanên ku di roja duyemîn a Meşa Dirêj de astengiya polîsan ji pêşiya xwe rakirin, wê îro ji Bentrath a Dusseldorfê ber bi navenda bajêr ve bimeşin.

Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Têkoşer, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest pê kir û ber bi Aachenê dewam dike, wê di roja sêyemîn de bê şopandin.

Doh tevahiya rojê polîsên Elman dor li ciwanan pêçan, h ewl dan asteng bikin. Li gel vê yekê ciwanan li ber xwe dan û çalakiya xwe dewam kirin.

Ciwan di roja duyemîn de bi 20 kîlometreyî meşiyan û gihîştin Bentrath a Dusseldorfê.

Ciwanan danê êvarê li ser mijarên girîngiya rêxistinbûnê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan û êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li Kurdistanê semîner li dar xistin.

Di semînerê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn.

Ciwan wê îro ji Bentrath a Dusseldorfê ber bi navenda bajêr ve bimeşin.