Bajarên Swîsreyê: Em rê nadin faşîzm û xiyanetê
Bi armanca şermezarkirina êrîşa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya li Başûr, Kurdistaniyên li bajarên Swîsreyê daketin qadan. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku wê Kurd rê nedin faşîzm û xiyanetê.

Bi banga Konseya Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK S) piştî Solothûrnê li Lozan, Cenevre, Zurîh, Basel Wintherthûr, Lûzern û Bernê ku bajarên Swîsreyê ne, Kurdistanî derketin qadan û qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbul protesto kir.
LOZAN
Li Lozanê çalakî hat lidarxistin. Gelek partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de peyama “Kurd wê rê nedin faşîzm û xiyanetê” hat dayîn.
Çalakî li qada Saînt Laûrent hat lidarxistin. Bi pankart û dowîzan hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re hat teşhîrkirin û wêneyên Denîz Cevdet Bulbul hatin hildan.
Sitki Demîr li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Lozanê axivî. Demîr got ku di her êrîşekê de ku li Kurdan û siyasetmedarên wan tê kirin, miheqeq rêveberiya PDK’ê û dewleta Tirk bi hev re hevkar in.
Piştî Demîr, siyasetmedarên Swîsreyî mafê axavtinê girt û anî ziman ku ew piştevan in bi Kurdan re.
Parlamentera Ensemble à Gauche Mathîlde Marendaz diyar kir ku ew li ser navê partiya tev li çalakiyê bûye û wiha axivî: “Ev çalakiyek e ku li dijî faşîzmê tê kirin. Em bi Kurdan re piştevan in.”
Hevserokê Partiya Keskan Illias Panchard jî da xuyakirin ku ji ber êrîşan xemgîn e û wiha bi axavtina xwe de çû: “Li dijî van êrîşan em bi we re ne. Diyar e ku dewleta Tirk ev êrîş kiriye. Tirkiye welatekê ne demokratîk e. Li dijî êrîşan em ê her bi we re bin.”
Parlamenterê berê yê Kantona Vaûdê yê Partiya SolidaritéSê Jean-Mîchel Dolîvo jî got ku ew li dijî êrîşên siyasetmedarên Kurd tên armanckirin bi Kurdan re piştevan in û ew li ser navê partiya xwe tev li çalakiyê bûye.
Serokê Partiya Karkeran a Lozanê (POP) Jûlîen Schwab ku herî dawî axivî, ev gotin kirin: “Cardin êrîşeke bi tirsonekî li Kurdan hat kirin. Ji gelê Kurdistanê kes û nûnerên wê yên rewa cardin bûn şehîd. Em têkoşîna Kurdan ku ji bo demokrasî, edaleta civakî û wekheviyê têdikoşin bi salan e ku nas dikin. Têkoşîn û piştevaniya Kurdan ji bo me jî dibe îlham. Banga min li Konfederasyona Swîsreyê û dewletên têkildar ew e ku ji bo dawî li êrîşên xwe yên wiha bîne, bila dev ji piştgiriya bi Tirkiyeyê re berdin.”
LÛZERN
Di şexsê Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun de ji bo şehîdên Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin. Bi pişt re Hevserokê CDK’ê yê Lûzernê Mûlla Şahîn wiha axivî: “Bila xiyanetkar baş bizanin ku kesek jî bimîne wê her dem û li her derê li felsefeya Rêbertiyê bibe xwedî. Li dijî xeta xiyanetê ya PDK’ê û malbata Barzaniyan em ê li felsefeya Rêbertiyê bibin xwedî.”
Endamê TCŞ’ê Aram jî wiha got: “Em xiyaneta PDK’ê û malbata Barzaniyan ku bi rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re dibe alîkar qebûl nakin û em ê wan bi felsefeya Rêbertiyê tune bikin.”
Siyasetmedar Mûsa Farîsogûllari ku herî dawî axivî, got: “Dewleta Tirk a faşîst nikare bi tena serê xwe van êrîşan bike. Ev êrîş bi xeta xiyanetê ya PDK’ê re çê dibin.”
CENEVRE
Li Cenevreyê jî Kurdistaniyan li dijî êrîşa li nûnertiya KNK’ê û qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun çalakî li dar xist.
Kurdistanî li qada Pécolat a li navenda bajêr hatin ba hev û di şexsê Bulbun de ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz girt. Hevserokê CDK ya Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî ku bi pişt re axivî, got ku PDK bi hevkariya bi Tirkiyeyê re li Başûrê Kurdistanê xiyanetê li Kurdan dike. Çelebî erka yekitiya neteweyî ya KNK’ê bi bîr xist û anî ziman ku bi êrîşê yekitiya neteweyî ya Kurdan hatiye armanckirin û bang li PDK’ê kir ku dev ji xiyaneta ku li gel dike berde.
WINTHERTHÛR
Kurdistaniyên li bajarê Winterthûr, St. Gallen Û Schaffhausen yên Swîsreyê dijîn bi çalakiyekê qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbul şermezarkirin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Di çalakiyê de Hevserokê CDK’ê yê Winterhurê Îsmaîl Kaya axivî. Kaya qetlîam şermezar kir. Hevserok Dîlan Koçgirî jî bi zimanê Elmanî daxuyanî xwend.
Çalakî bi dirûşmeyên "Bimre xiyanet" bi dawî bû.
BERN
Kurdistaniyên li Bernê jî dijîn bi heman armancê li qada Helvetiaplatzê hatin ba hev, qetlîma û xiyaneta PDK’ê protestokirin. Kurdistaniyan pankarta li ser “Bimre xiyanet” û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat xwendin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bimre xiyanet” bi dawî bû.
ZURÎH
Navendek din a çalakiyên protestoyî Zurîh bû. Girseya li ber istasyona trenê ya navendî hatin ba hev bêyî navber dirûşmeyên “Bimre xiyanet” berz kirin. Liv ir Hevserokê CDK’a Zurîhê Ayşe Dîcle axivî û got: “PDK hevkarê êrîşa bi ser KNK’ê ye. Rayedarên PDK’ê heta niha têkildarî vê êrîşê tu daxuyaniyek nedaye. Em ê weke gelê Kurd têkoşîna xwe mezin bikin.”
Piştî axaftinan heta navenda bajêr meş hat lidarxistin. Li ber Rathausbruckeyê ku parlamentoya kantonê lê ye daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.
BASEL
Li qada Markplatz a Baselê jî bi heman armancê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Hevseroka CDK’a Baselê Mîne Nazarî daxuyaniya bi zimanê Elmanî xwend.
Piştî daxuyaniyê endamê KNK’ê Alî Matûr axivî û got: “Ev êrîş li dijî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e.”
Piştî axaftinên li ser navê HBDH û saziyan, çalaki bi dirûşmeyan bi dawî bû.