AVEG-KON: Berxwedana li dijî qeyûmê belavî bajarên Ewropayê bikin!
AVEG-KON’ê bertek nîşanî desteserkirina şaredariyan da û wiha got, “Divê em li dijî mêtîngeriyê berxwedana xwe belavî bajarên Ewropayê bikin, dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.”
AVEG-KON’ê bertek nîşanî desteserkirina şaredariyan da û wiha got, “Divê em li dijî mêtîngeriyê berxwedana xwe belavî bajarên Ewropayê bikin, dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.”
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AVEG-KON) li dijî desteserkirina şaredariyên şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên ku bi dengên zêde hatin bidestxistin, niha di bin dagirkeriya piralî ya mêtingeriyê de ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hate gotin: “Îro li dijî hemû êrîşên mêtîngeriya faşîst; li aliyekî ve li dijî êrîşên şer, dagirkerî û îmhayê, li aliyeke li dijî pêkanînên qeyûmê ku operasyona desteserkirina îradeya gelê Kurd e, ji bilî berxwedanê û têkbirina vê êrîşakariyê tu rêyeke din nîne.
Îro îradeya gelê me yê ku li dijî siyaseta qeyûmê bi rûmeta xwe li ber xwe dide, xeta têkoşîn û berxwedana me ye. Em weke kedar, jin û ciwanên koçber ên Tirkiye û Kurdistanê ji bo berxwedana xwe ya li dijî mêtîngeriyê belavî bajarên Ewropayê bikin û piştevaniyê nîşan bikin, divê dabikevin qadan û têkoşînê mezin bikin. Em bang li hemû gelê xwe yê li Ewropayê, hemû kes û saziyên demokratîk ên şoreşger û koçberan dikin ku bi gelê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê re di nava piştevaniyê de bin.”