ATÎK ji bo xwedîderketina li HDP’ê banga daketina kolanan kir

ATÎK a nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê da û got: “Banga xwedîderketina li HDP’ê û nerazîbûnên xwe yên demokratîk li kolanan nîşan bidin.”

Federasyona Kerkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê (ATÎK) bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê hate kirin, da.

ATÎK’ê got: “Divê baş bê zanîn ku HDP’ê û hêzên şoreşger-demokratîk heta niha li ber êrîşan serî netewandiye; berovajî berxwedan û piştevanî mezin kir. Wê ji niha û şûnde jî wiha be; wê hemû êrîşên faşîzmê bi berxwedan û piştevaniya şoreşgerî têk bibe.

Ji bo mezinkirina berxwedan û piştevaniyê bang li hemû sazî û kesayeên antî-faşîst û antî-emperyalîst dikin ku xwedî li HDP’ê derkevin û daxwazên xwe yên demokratîk veguhêzin kolanan.”