Agirê Newrozê li Lozanê hat vêxistin

Newroz ku cejna berxwedanê ya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn e, li Lozanê hat pîrozkirin. Şaredar û parlamenterên Swîsreyî, agirê Newrozê vêxist.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, Newroz, bi tevlêbûna Kurdistaniyan û dostên wan hat pîrozkirin. Girseya ku li Parka Mentbenonê hat ba hev, meşale vêxist û meşiya. Gel ku gihîşt qada Rîponne ku Qesra Rûmîne a Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin lê ye, ji bo bi dehhezaran qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê rêz girt.

Bi pişt re li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê Hayrettîn Oztekîn û li ser navê Meclîsa Jinan a Laçînê jî Hurriyet Tûnç, peyamên têkildarê erdhejê dan û behsa kevneşopiya berxwedanê ya Newrozê kir.

Şaredarê Lozanê Grégoîre Jûnod û alîkara xwe Phîlîppe Somsky, Parlamentera Platforma Ensemble à Gaûcheyê Mathîlde Marendaz û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li pîrozbahiyê bûn.

Şaredarê Lozanê Grégoîre Jûnod, got: “Kurd ku ji aliyekî ve bombe li wan tên barandin, îcar bi erdheja 6’ê Sibatê rû bi rûyê felaketekê bûn. Em ê li alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê dewam bikin.“ 

Alîkara Şaredar Phîllîpe Somsky ku bi pişt re axivî, bi bîr xist ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê hatiye jibîrkirin û wiha got: “Tevî bêdengiyê, Kurd bi inyad hewil didin ku modeleke siyasî ya demokratîk ava bikin. Em bi wan re ne.“

Parlamentera Platforma Ensemble à Gaûche Mathîlde Marendaz ku herî dawî axivî, ev tişt anîn ziman: “Kurd tevî hemû zext û zordariyan li vir li ber xwe didin û cejna Newrozê pîroz dikin. Berxwedana li vir, hêvî ye ji bo me. Divê Ewropa vê berxwedanê bibîne.“  

Piştî peyamên ku hatin dayîn, Alîkara Şaredarê Lozanê Phîllîpe Somsky, Parlamenterên Swîsreyî û endamên Meclîsa Jinan a Laçînê, agirê Newrozê vêxist.