BI DÎMEN

Şoreşa Rojava li Bonn û Dresdenê hate silavkirin

Bi wesîleya salvegera 12’an a Şoreşa Rojava, li Bonn û Dresdenê şehî hat lidarxistin.

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera 12’an a Şoreşa Rojava, şahî hat lidarxistin.

Şahî bi organîzasyona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bonn û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat lidarxistin. Şahî li Tannenbusch’ê hate lidarxistin û gelek Kurdistanê beşdar bûn.

Destpêkê di şexsê Şehîdên Şoreşa Rojava de, deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka KON-MED’ê Ruken Akça û li ser navê PYD’ê Bavê Hakî axivîn û Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Şehîdên Şoreşa Rojava bi bîr anîn. Her wiha banga xwedî derketina li şoreşê hate kirin.

Merasîm bi stranên hunermendên Kurd, bi gerandina govendê dewam kir.

DRESDEN

Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Dresden ê Elmanyayê, şahiyek hate lidarxistin.

Di şahiyê de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevserokê NCKD’ê Bekir Apak axivî û got: “Ji her çar parçeyên Kurdistanê gel û enternasyonalîstan di Şoreşa Rojava de cih girtin û ji bo rizgarkirina Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên hov şer kirin. Êrîşên dewleta Tirk li dijî destkeftiyên Kurd, dewam dikin. Yê ku destûra êrîşên dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê dide jî, hêzên navneteweyî ne.” Apak diyar kir ku gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Bawerî bi hêza xwe bînin, li her qadê azadiya xwe mezin bikin”, ji bo her demê derbasdar e. Berxwedana jinê hate silavkirin û şahî bi stranên endamê komîsyona çandê Mehmet Rênas bi dawî bû.