Şewata daristanan nêzî Atînayê dibe

Şewata daristanan a ku roja Yekşemê li Yewnanistanê destpê kir, ber bi paytextê ve belav dibe. Hêzên parastina sivîlan ketin dewrê.

Piştî valakirina bajarokê Marathonê êvara Yekşemê, roja Duşemê biryar hatibû dayîn ku li banliyoyên li bakur rojhilatê Atînayê hê bêhtir cih bên valakirin.

Berdevkê ekîba agirkujiyê Vassilis Vathrakogiannis, di daxuyaniya çapemeniyê ya sibeha Duşemê de diyar kir ku tevî hewldanên hêza mirov derbas dike jî, şewat nehatiye kontrol kirin û bi lez ber bi herêma Pentelî ve belav dibe.

Du nexweşxaneyên li Penteliyê jî sibehê hatin valakirin. Rayedarên parastinê yên sivîlan, ferman da ku her kesên li herêmê derkevin.

Rayedarên Yewnanistanê, li bakurê Atînayê Stadyûma Olîmpiyadê ya OAKA ji bo bi hezaran mirovên ji cih û warên xwe bûne, amade kir.

Şewat bû sedem ku 8 gund û bajarokê Marathon ku xwedî 7 hezar nifûse bê valakirin.