BI DÎMEN

Şehîdên Meha Cotmehê li Kopenhagê hatin bibîranîn

Li Kopenhagê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê, ji bo Şehîdên Meha Cotmehê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê, ji bo Şehîdên Meha Cotmehê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê axaftin hatin kirin. Di axftinan de hat diyarkirin ku Tevgera Azadiyê bi saya şehîdên xwe heta îro hat û bi şer û berxwedana xwe ya destanî feyzeke domdar e bo cîhanê.

Li ser navê Kongra Starê Nesrîn Tirbespî behsa bandora çalakiya Arîn Mîrxanê kir ku yek ji sembolên berxwedana Kobanê ye. Nesrîn Tirbespiyê şehîdên Rojavayê jî bi bîr anîn û got: “Îro roja xwedîlêderketina Rojavayê ye.”

Di bîranînê de behsa jiyana Nagîhan Akarselê jî hat kirin û helbestên wê hatin xwendin ku yek ji Şehîdên Meha Cotmehê ye. Her wiha ji rojnivîska Şehîd Bêrîtanê jî (Gulnaz Karataş) çend beş û helbestên wê hatin xwendin.

Endama Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Nûpel Mûnzûr jî axivî û got: “Şehîdên Meha Cotmehê mohra xwe li dîrokê dane û di vê çarçoveyê de divê em Şehîd Bêrîtanê baş fam bikin ku li dijî xiyanet û paşverûtiyê têkoşîn daye. Rêber Apo ji bo Bêrîtanê gotibû, ‘Ez nedîtim lê ez gelek baş fam kirim’.”

Nûpel Mûnzûr diyar kir ku di meha Cotmehê de gelek jinên qehreman bi têkoşîneke destanî şehîd ketin û wiha got: “Li cihê ku dewleta Tirk got, em ê wan xilas bikin, li Enqereyê, Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn bi çalakiyeke fedaiyane nîşan dan ku hîn ti tişt xilas nebûye. Îsal jî di 23’ê Cotmehê de çalakiya fedaî ya Şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn, tirseke mezin xist dilê hemû hêzên komploger û nîşan dan ku dawiya faşîzmê hatiye.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana Şehîdên Meha Cotmehê hat nîşandan. Di çalakiyê de ligel stranên berxwedanê, dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Çalakî bi banaga tevlêbûna meşa ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, 2’yê Mijdarê wê li Malmo-Stortegetê bê lidarxistin, bi dawî bû.