NÛ BÛ

Şehîdên Meha Cotmehê li Giessen û Darmstadtê hatin bibîranîn

Li bajarê Giessen û Darmstadt ê Elmanyayê, Şehîdên Meha Cotmehê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

ŞEHÎDÊN MEHA COTMEHÊ

Ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zeynep (Gurbetelli Ersoz), Ronahî (Andrea Wolf), Arîn Mîrkan û Tabûra Nemiran li Giessenê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakî li NAV-DEM’ê hat lidarxistin û wêneyên Şehîdên Meha Cotmehê û posterên Rêber Apo li li cihê bîranînê hatin daliqandin. Piştî rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê, li ser navê têkoşîn û mîrateya Şehîdên Meha Cotmehê axaftin hatin kirin.

Di bîranînê de hat diyarkirin ku ruhê berxwedana şehîdan li Zap, Avaşîn, Rojava û li qadên din ên berxwedanê didome. Her wiha sînevîzyona ku behsa Şehîdên Meha Cotmehê dike hat nîşandan. Axêveran diyar kirin ku sekna Bêrîtanê, peyama “Jina azad tê wateya civaka azad” û gotin, ew berxwedana Bêrîtanê ya li hember xiyanetê ji xwe wekî mînak dibînin û bal kişandin ser giringiya têkoşîna wê ya li dijî dagirkirin û xeta hevalbendiyê.

Di bîranînê de hat gotin ku têkoşîna li serê çiyayên Kurdistanê wê bi şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bigihêje serkeftinê.

Çalakiya bibîranînê bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Îmraliyê re hezar sikav” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

DARMSTADT

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Elmanyayê Darmstadtê ji bo Şehîdên Meha Cotmehê bîranînek hat lidarxistin.

Gelek Kurdistanî û malabtên şehîdan beşdarî çalakiya bibîranînê ya ku TJK-E Elmanya û KOMAW’ê organîze kirî bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de li ser navê KOMAW’ê Murşîde Oltan û li ser navê TJK-E’yê jî Zekiye Nûrhak axivî. Her wiha Îsmaîl Ozkanê birayê Adem Ozkan (Zerdeşt Pîrsûs) ku 30’ê Tîrmeha 2015’an li Dêrika Mêrdînê şehîd ketibû û Selahattîn Temelê birayê Ramazan Temel (Nurhak Derîk) ku 10’ê Cotmehê li herêma Omeryan şehîdt ketibû axivîn.

Murşîde Oltan li ser navê KOMAW’ê axivî û wiha got: “Bi awayekî civakî bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê erka me ye.” Oltan, banga tevlêbûna meşa ku 16’ê Cotmehê wê li Kolnê bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî” bê lidarxistin kir.

Zekiye Nurhak jî piştî ku Şehîdên Meha Cotmehê bi bîr anîn, bal kişand li ser têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê dayîn. Nurhak diyar ki ku divê heft salî heta heftê salî bi ruhê berxwedanê her kes tevlî meşa Kolnê bibe.