Şehîdên meha Cotmehê li Evryê hatin bîranîn

Li bajarê Evry ê Fransayê ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Kurdên li bajarê Evry ya Fransayê dijîn ji bo bîranîna Şehîdên Cotmehê merasîmek lidarxistin û şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîr anîn. Gelek welatparêz tevlê merasîma bîranînê bûn ya ji bo bîranîna Bêrîtan, Şukru Serhat, Bêrîtan Ranya û gerîlayên ku di dema dawî de di encama êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, hate lidarxistin.

Di merasîmê de Nûpel Mûnzûr û biraziyê şehîd Şukru Serhat Tarkan Serhat axaftin pêşkêş kirin.

Piştî axavtinan sînevîzyon hat nîşandan û piştre mewlûd hate dayin.