Şehîdên Meha Cotmehê li Awusturyayê hatin bibîranîn
Li bajarên Viyana û Linz ên Awusturyayê Şehîdên Meha Cotmehê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
Li bajarên Viyana û Linz ên Awusturyayê Şehîdên Meha Cotmehê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
Li bajarên Viyana û Linz ên Awusturyayê bi pêşengiya tevgera jinê ya Avesta Şehîdên Meha Cotmehê di şexsê şehîd Berîtan (Gulnaz Karataş) û Asya Alî û Rojger Hêlîn de ku di rojên derbasbûyî de çalakiya fedaî kirin, hatin bibîranîn.
Çalakiya li Viyanayê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Avesta, Gulîstan Avesta axivî û destnîşan kir ku divê şehîd ne tenê di meha Cotmehê de her roj bên bîranîn û got: “Têkoşîna me her tim dewam dike. Bîranînên wan ji bo me çavkaniya îlhamê ye.”
Çalakî piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.