Ji bo Şervanên Azadiya Kurdistanê Sema Cûya Çewlîg (Zîlan Azak), Sozdar Evîn (Betul Aydin), Bager Farqîn (Mûhammed Abdulrezak Eser), Xwînrêj Cûdî (Serdar Bayar), Mizgîn Ûmût (Aliye Îsazade), Kendal Dêrik (Silêman Çelîk) û Seran Kurdistan Xoser (Berfîn Bazancîr) ku di dîrokên cuda de şehîd bûne li bajarê Swîsreyê Zurîhê çalakiya bibîranînê hat lidarxistin.
Bibîranîn bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê (Dem-Kurd) û Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) hat lidarxistin û tevî malbatên şehîdan gelek kes beşdar bûn.
Bibîranîn, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û Mûstafa Karahan li ser navê KOMAW'ê axaftinek kir.
KARAHAN: MEZINKIRINA BERXWEDANÊ BERPIRSIYARIYA ME YA SERKE YE
Karahan navê hemû şêhîdên ku tên bibîranîn bi lêv kir û dest bi axaftina xwe kir: "Ev 50 sal in ji bo azadiya welatê xwe em têkoşînê didin. Şehîdên me di vê rêyê de jiyana xwe ji dest didin. Ev pêvajoya ku em jê derbas dibin, gelek muhîm e. Gelek kes ji ber şerê li Sûriye û Rojavayê koçber bûn. Divê em xwedî li wan derkevin. Mezinkirina berxwedanê berpirsiyariya me ya serke ye."
Endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Zurîhê Nûman Îpek jî diyar kir ku "Şehîdên me ji bo axa pîroz a Kurdistanê canê xwe dan. Divê em wan ji bîr nekin."
Piştî bibîranînê Malbatên Şehîdan axivîn.
GULISTAN AZAK: EW BÛN XWEDIYÊ JIYANEKE KU DI OXIRA WÊ DE CANÊ XWE DAN
Xwişka Şehîd Sema Cûya Çewlîgê, Rojnamevan Gulîstan Azak wiha axivî: "Rastiya ku me tîne ba hev heqîqeta têkoşînê ye. Xwîşka min Zîlan bi hevalên xwe yên zarokatiyê Seran Kurdistan Xoser û Sozdar Evînê re berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên azad. Em îro wan her sêyan bi hev re bi bîr tînin. Ew ne bi gotinan bi kiryarên xwe navûdeng bûn. Divê em jî bi kiryarên xwe bibin rêhevalên wan. Ew bûn xwediyê jiyaneke ku di oxira wê de canê xwe dan."
BAYAR: EZ BI BIRAYÊ XWE Û HEVRÊYÊN WÎ SERBILIND IM
Birayê Şehîd Xwînrêj Cûdî Celal Bayar wiha axivî: Em dibêjin Şehîd Namirin. Bi rastî jî ew nemir in. Ne ez ne jî hevrêyên wan ên têkoşînê wê tu carî wan ji bîr nekin. Ez bi birayê xwe û hevrêyên wî yên têkoşînê serbilind im. Wan ji bo me û dahatuya me canê xwe dan. Vaye Rojava li wir e. Kî xirabî li Kurdan kiribe xirabtir lê hat. Heta ku ciwanên me hene dê ev têkoşîn jî bidome."
ŞUKRAN SINCAR: YÊN DIJÎ KIRÊTAN ŞER DIKIN YÊN HERÎ DELAL IN
Herî dawî endama Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Şukran Sincar diyar kir ku her şehîdekî çîroka xwe, armanca xwe û xeyaleke xwe heye û wiha axivî: "Xeyala wan têkoşîna hebûna Kurdan bû ku dihat înkarkirin. Xeyala wan şopdariya felsefe û paradîgmaya Rêber Apo bû. Şehîdên me ev 50 sal in di vê rêyê de li ber xwe didin. Îro têkoşîna jinên Kurd û gelê Kurd ji bo hemê cîhanê bûye mînak. Şoreşa Rojavayê ji bo hemû cîhanê bûye hêvî. Li Sûriyeyê Tevgera Azadiyê bi hêza xwe azadiya gelê xwe pêk anî. Divê ji bo hemû gelan xweparastin esas be. Rejîma Esad hilweşiya. Destkeftiyên me yên mezin hene, lê divê em hişyar bin. Divê em ji bîr nekin ku li dijî Kurdan û Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin. Binêrin, armanca êrîşên li ser Minbicê çi ye? Di dema rizgarkirina Kobanê de gotinek hebû: 'Jinên herî delal ên cîhanê zilamên herî kirêt ên cîhanê têk birin'. Yên li dijî wan şer kirin yên herî delal bûn."
Piştî axaftinan sînevîsyonek derbarê têkoşîna şehîdan de hat nîşandan. Bibîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.