BI DÎMEN

Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Marsilyayê hatin bibîranîn

Li Marsilyayê bi pêşengiya TCŞ û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, ji bo şehîdan bîranîn hat lidarxistin.

ŞEHÎDÊN MEHA COTMEHÊ

Li bajarê Marsilya yê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa jinan a Arîn Mîrkan, ji bo şehîd Hogir Botan, Rustem Serhed, Andok Tolhildan û di şexê Fermandar Bêrîtan de ji bo Şehîdên Meha Cotmehê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyê şehîdan û Rêber Apo hatin danîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Bîranîn bi helbestên Şehîdên Meha Cotmehê nivîsandine berdewam kir.

Di bîranînê de li ser navê KOMAW’ê Cahîde Goyî axivî û di şexsê Fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû Şehîdên Meha Cotmehê bi bîr anî.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.