Şehîd Xwînda Çiya li Erfurtê hat bibîranîn

Şehîd Xwînda Çiya û Şehîdên Meha Cotmehê li Erfurtê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Şehîd Xwînda Çiya (Necla Ahmed Silêman) ya di 4’ê Tebaxa 2024’an de li Xakurkê şehîd bibû û Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Erfurt ê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin. Malbata şehîd Xwînda Çiya û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Di bîranînê axaftin hatin kirin û peyamên têlildarî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin dayîn.

Nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan a Ewropayê (KOMAW) Selahattîn Bîlîn axivî û bal kişand bi ser Têkoşîna Azadiya Gelên Kurdistanê. Bîlîn anî ziman ku ew ê ti carê fedekariya şehîd Xwînda Çiya û şehîdên Kurdistanê jibîr nekin û mîrateya wan bidin jiyîn.

Di bîranînê de Şehîdên Meha Cotmehê ên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, hatin bîranîn. Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdan hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.