Şehîd Tavîn Têkoşer li Bergisch Gladbachê hat bibîranîn

Li bajarê Begisch Gladbach a Elmanyayê ji bo şehîd Tavîn Têkoşer merasîna bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de banga xwedîderketina serfeberiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Şehîd Tavîn Têkoşîn a ku li herêma Besta ya Botanê şehîd bû û hevreyên wê yên pê re şehîd bûn, li bajarê Bergisch Gladbackê hatin bibîranîn. Di serî de malbatên şehîdan û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Li ser navê malbata şehîd Tavîn, Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Tevgera Jinên Ciwan (TJK-E) axaftin hatin kirin.

Dayika şehîd Tavîn di axaftina xwe de got ku ew bi têkoşîna keça xwe serbilind e û wiha axivî: “Şehîd şehîda me teva ye. Bila serê gelê me sax be. Tavîn ji hemû hevalên xwe hez dikir bêriya hevalên xwe yên şehîd dikir. Ew jî niha bûye hevrêyên wan. Em ê her tim girêdayî bîranîna wan bin.”

Di merasîmê de li ser navê TJK-E’yê Zeynep Dersim axivî. Dersim got ku ji bo xeyalên nîvco mayî yên şehîdan pêk bînin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: “Rêya tekane ya ku vê sozê bi cih bîne serkeftin e.”

Di axaftinan de hat gotin ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî dagirkeriyê  berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Hat bibîrxistin ku li seranserê Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seferberiya çalakiyan heye û banga tevlîbûna çalakiyan hat kirin.

Di merasîmê de bênavber dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.