Şehîd li Lîmassolê hatin bibîranîn

Li bajarê Lîmassol a Qibrisê li gel 8 şehîdên Berxwedana Serdemê yên sala 2018’an li Efrînê şehîd bûbûn û Înat Rojava yê berî 10 rojan û Rustem Jîrikî ku berî 2 mehan şehîd bûbûn bi merasîmekê bibîr anîn.

Bîranîna kul i Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî.

Li ser navê Omer Temel ê bi nasnav Çekdar Kato jî Suleyman Temel axivî û got: “Di têkoşîna azadiyê de me gelek şehîd da. Bi navê Çekdar Kato sê şehîdên me hene.

Endamê THKP-C MLSPB Dogan Parmaksiz jî axivî û ev got: “Di bin ala tabura azadiyê ya enternasyonalîst de li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li Rojava li Serêkaniyê û Girê Spî şer dikin. Em hemû şehîdan bibîr tînin û soza serketina têkoşîna wan didin.”