Şehîd Ebdulezîz Şexo li Kolnê hat bibîranîn
Li ser wesîyeta Şehîd Ebdulezîz Şêxo, malbata wî li Kolnê ligel stranên ew jê hez dike merasîmeke bibîranînê li dar xistin.
Li ser wesîyeta Şehîd Ebdulezîz Şêxo, malbata wî li Kolnê ligel stranên ew jê hez dike merasîmeke bibîranînê li dar xistin.
Ebdulezîz Şêxo, 1’ê Kanûnê li Hesekê şehîd ket û bi merasîmekê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê hat bibîranîn. Malbata wî, malbatên şehîdan û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Wêneyên Ebdulezîz Şêxo, Rêber Apo û alayên PKK’ê li salonê hatin vekirin.
Bibîranîn ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre endama KOMAW’ê Şenge Kahraman, birayê Şehîd Ebdulezîz Firaz Şêxo û endama PYD’ê Zozan Derikê axaftin kirin. Zozan Derik diyar kir ku bi şehadeta Ebdulezîz şehîdên malbatê bûn du kes û wiha axivî “Li Rojavayê gelek malbatên me du, sê an jî zêdetir şehîd dan. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gelê me dike hedef. Armanca wan jiholêrakirina îradeya gelê Kurd û komkujî ye. Lê belê bi saya bi hezaran şehîdên me û 25-26 hezar gaziyên me, dê têkoşîna gelê me bidome. Êrîşên dijmin çiqas zêde bibin, dê berxwedana me jî ewqas mezin bibe û bidome. Dê nefreta di dilê me da jî ewqas zêde bibe.”
Piştre li ser wesîyeta Şehîd Ebdulezîz malbatê stran gotin.