Îldem û Çakil li Londonê hatin bibîranîn
Li Londonê şehîdên TKP/ML’ê Erol Volkan Îldem û Fadîme Çakil hatin bibîranîn. Di bîranînê de bal kişandin ser şerê gel û têkoşîna yekbûyî.
Li Londonê şehîdên TKP/ML’ê Erol Volkan Îldem û Fadîme Çakil hatin bibîranîn. Di bîranînê de bal kişandin ser şerê gel û têkoşîna yekbûyî.
Endamê TKP/ML KN Erol Volkan Îldem (Nûbar) û ji fermandarên TKP/ML-TÎKKO Fadîme Çakil (Rosa) ên li bajahiya Buyukkoy a Dersimê di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, li paytexa Îngîltere Londonê ji aliyê Partîzanan ve hate bibîranîn.
Çalakî di kesayeta Îldem, Çakil Koray Espîr û gerîlayên HPG’ê yên demê dawî şehîd bûbûn de deqeyek rêz hate girtin.
Di bîranînê de payama TKP/ML KN hate xwendin. Li ser navê MLKP’ê jî axaftin hate kirin. Piştre jî sînevzîyonek hate nîşandan.