Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan li Torontoyê hatin protestokirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hatin şermezarkirin.

Komek girseyî roja Yekşemê li xaçerêya Keel û Wîlson a Torontoyê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê protesto kirin. Çalakî ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve rastî eleqeyek mezin hat. Di çalakiyê de polîtîkayên êrîşkar ên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan hatin şermezarkirin.

Di çalakiya ku tevlîbûneke xurt jê re çêbûyî de, her tim dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana Kurdistan" û "Stop Fascist Turkey Regime" hatin berzkirin û eleqe û bala welatiyên derdor kişand.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya bi Kurdî û Îngilîzî de hat gotin ku ev êrîşên barbarî yê Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan hovîtîyeke bê exlaq û bê sinor e û hat destnîşankirin ku divê di zûtirîn demê de dawî li van kiryarên tund bê. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane û bi rêya muzakereyê were çareserkirin. Her wiha bal hat kişandin ser qurbaniyên sivîl û qeyranên mirovî yên ji ber êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê.

Di çalakiya ku li Torontoyê hat lidarxistin de piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo çareseriyek aştiyane ya bi rûmet hate xwestin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate silavkirin.