BI DÎMEN

Êrîşên qirkirinê li Liverpoolê hatin protestokirin

Kurdistani li pêşiya Îstasyona Trênê ya Lîmê ya Lîverpoolê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastina Medyayê prosteto kirin.

Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê, endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Herêmên Parastina Medyayê û Rojavayê li pêşiya Îstasyona Trenê ya Lîmeyê hatin ba hev. Çalakî ji bo kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Tirkiye”, “Şehîd Namirin”, “Qirkirina li hember Kurdan rawestînin” hatin berzkirin.

Çalakvanan bi pankartên li ser “Kurdan biparêze, Tirkiyeyê bide sekinandin” dinivîsin û ligel alayên YPG û YPJ’ê alayên bi wêneyên Rêber Apo jî hilgirtin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku ji 23’ê Cotmehê ve li ser Herêmên Parastina Medyayê, Şengal û Rojavayê bûn sedema qetilkirina gelek sivîlan. Di berdewamiya axaftina de ev tişt hatin gotin: “Em van êrîşên nemerdane yên li dijî gelê Kurd şermezar dikin.”

Çalakvanan bang li hikûmeta Îngilistanê kir ku demildest firotina çekan a li Tirkiyeyê rawestîne û li dijî van sûcên şerî helwesta xwe nîşan bide.

Çalakî bi çepik û dirûşmeyan dewam kir û her wiha broşurên ku behsa sûcên şerî yên dewleta Tirk dikin hatin belavkirin.