Êrîşên dagirkeriyê li Freiburgê hat protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin.
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê li ser banga Meclîsa Jinê ya Nuda û Meclîsa Gel a Freiburgê li Qada Alte Sinagog êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Nuda daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê li Kurdistanê rê ji dagirkerî û îmhayê re neye dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê deskeftiyên jinên Kurd bêne parastin.
Nûnerên Meclîsa Gel jî diyarkirin ku heta ku êrîşên li dijî Kurdistanê dewam bikin ew ê li kolanan bin.
Di çalakiyê de komên çep ên Elman jî axivîn û anîn ziman ku divê dewleta Elmanyayê demildest bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re rawestîne.
Di axaftinan de jî hate diyarkirin ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de sivîl têne qetilkirin û dewleta Tirk sûcê şer dike.
Di çalakiyê de gelek danezanên ku Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) amade kiribû, hatin belavkirin.