Êrîşa li dijî HDP’ê di rojeva Parlementoya Swêdê de ye

Parlementerê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Polîtîka Ji Derve Hakan Svennelîg êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê xiste rojeva parlementoyê.

Li Swêdê bertekên li dijî êrîşên qirkirina siyasî yên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê zêde dibin. Piştî Serokê Partiya Çep Jonas Sjostedt ji bo protesto kirina destgîrkirinan bang li raya giştî ya cîhanê kir, Berdevkê Polîtîka Ji Derve yê partiyê Hakan Svennelîg bi pêşniyar pirsekê mijar xiste rojeva parlementoyê.

Svennelîgê bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên dawî got: “Sûcan bi vekirî derew in. Armanc ew e ku rexneyên li dijî rejîma Tirk bêdeng kirin e.” Pirs ji Wezîra Karên Derve Ann Lînde kir ku wê destgîrkirinên keyfî protesto bike yan na û dîsa balyozê Tirk vexwîne Bezareta Karê Derve an ne kir.

‘PÊWÎSTE BALYOZÊ TIRK BÊ VEXWENDINA WEZARETA KARÊ DERVE’

Svennelîg bi rêya hesaba xwe ya medya dijîtal êrîşên dewleta Tirk ên li dijî HDP’ê şermezar kir.

Svennelîng got: “Dewleta Tirk a navenda wê Erdogan, ji nû ve li dijî partiya me ya bira HDP’ê ji bo bêdengkirinê girtinên komî pêk anîn.”

Svennelîg wiha doman:

Jin û mêrên bi cesaret ên tevî zext û tundiya dewletê ya li ser wan, ji bo aştî, demokrasî û Tirkiyeyeke din têkoşînê dike. Pêwîstiya wan bi destek û piştevaniya me hene. Divêm Wezîra Karê Derve a Swêdê Ann Lînde Balyozê Tirk vexwîne Wezareta Karê Derve, van helwestên kêfî mehkû û protesto bike.”